Di dema girtina ji ber şerîtê de heya ji min hatîye min li gorî devokê çirokbêj/sitranbêj û ji bilî hinek herf yan jî gotinên nav neynokê, min tu guhertin tê de çênekirîye, da ku di pêş de lêkolîner û xebatakarên ser folklora kurdî bi awayê orjînal karibin li ser bixebitin û lê bikolin.
Gewre Xatûnê/Xatûna Gewrê
Ev çîrok di sala 1993an de ji devê kemaçevanekî dora Batamanê bi kilamî hatiye girtin. Ew weha dest pê dike:
Gelî camêra[n] heçî Xalid axa bû mezinê 1700 malê Hesana û Heydera û Cibra bû; sê eşîr di bin destê wî de bû, birijanda bavêta esil ew bû. Pismamekî wî hebû digotinê ”Ni´o kekê Gewrê siwarê zerdikê” ew jî di nava ‘êlê de bû. Xalid axa ê mezin bû û Ni‘o ê piçûk bû. Rojekê dilmanî kete neqeba herduka da, Ni‘o go: ”Maleva [Mal ava] de ne aqil ne ji piçûkahî û mezinahî ye, ez derbekê li Xalid axa xim, pismamê xwe xim, min mala xwe xira kir, ew yekê li min xê/xe dîsa mala min xira bû; de bi Xwedê dilmanî ketiye neqeba min û wî da, destê mêra ne weqî û mêzîn e, ez ê rabim ji ber pismamê xwe xwînî bim ez jê [pê] kêm nabim.
Konê li ser çarde stûna li erdê da, avête ser pişta qantira, ga û gamêşên Erebî, êl û ribana rengî da pêşiya xwe, ya Ellah û ya Xwedê êla xwe hilanî, qedera pê-şeş [pênc şeş] sieta xiste neqeba xwe û Xalid axa [û] li ser mêrgikê [mêrgekê] konê xwe danî. Konê li ser çarde stûna li erdê da, beyraqa herbê di zikê kon de çikand, kumbeta zêr û zîv di stûna navmalê de danî, ga û gamêşên erebî berdene mêrgê û ji xwe re rûnişt.
Rojekê Ni‘o kekê Gewrê siwarê zerdikê di devê kon de rûniştiye, halo meyizand [ku] du mitirb ketin binê konê wî da. Êvarê li binê konê wî bûne mêvan, jê re qîr kirin şi‘r û lawikê(n) Erebî, wê êvarê li wir man heta sibihê li ometê (ummetê) gewr kir. Sibihê Ni‘o gotiyê da [ji wan re got]:
– Gelî mitirba(n)
– ha
– ez nizanim ne kemaça we xwaş e û ne min zû de mitirb nedîtine dengê we bi min xweş e, lawo ji min re bêjin heta taştê xweş bû, taştiya xwe bixwin, xelata xwe bi dilê xwe ji min bistînin, oxira we ya xêrê be, hun li ser çavê min hatin. Herdu mitirban dest avêtin kemaçên xwe ji halê hebî jê re gotin.
Xweheke Ni‘o heye dibêjinê de ”Gewre Xatûnê” ji ber dawa dê xuliqiye, pîrik pê zane çêbûye û diya wê jî zane çêbûye, heta bûye kamila du sal sê sala[n] di mala bavê xwe de, heke ji dûr ve çavê wê bi wechê însana ketibê, nêzîk nizane wechê însana çawa ye û heçî însan in ji xwe nizanin wechê Gewre Xatûnê çawa ye. [çendî ew] bûye kamila du sal sê sala di mala bavê xwe de [jî]. Ê go: ”Maleva bi Xwedê min wechê însana nêzîk nedîtiye, vêca dibêjin: dibê keçên axa xwe ji mitirba hifz nakin, ez ê çime darî dîtina van herdu mitirba, xel behsa hizna mitirban jî dike, ka ez meyzênim bê çal in, beş in, mexûşin ka bi çi karî ne.
Gewre Xatûnê çikir, bi aliyê malê ve ber bi sindoqa ve bezî, derxist kirasekî tenikê hindistanî bi ser de berda zebûnekî şamî, kişand nav milê xwe qapûtekî sor î sirmelî, çavên reş dan ber kila sibhanî, avîte ser serê xwe `hemawîke destê gulerî, rihela heft bûka li bejn û bala xwe kir, carekê di pişta wan re zivirî di qarişî [hemberî] herdu mitirban de li ser kursîkî rûnişt. Wextê li ser kursî rûnişt herdu mitirban halo li bejna û bala Gewre Xatûnê meyîzand. Wextê çavê wan li bejn û bala Gewrê ket aqil çû sewdan pê re firî, şorba heft nexweşan bi ser dilê rebena ket, sergêjeka tajiya bi serê wan de hat, şebeşek ji van şebeşê dora selhê û batê çû nava çapa devê wan. Hew zanîn şivika xwe di ser kemaçê re bibin, hema di pişta wê re birin û anîn, her xebereke xwe avêne (avêtin) pişta dîwarekî. Ni‘o go: ”Li vê tofana kesî nedîtî, ev ji şevê dî ve van herdu mitirban digot, çiqas xweş dikirin, ez nizam ne vê sibê henekê xwe bi min dikin, ne bi xwe dikin, ev çi bela van mitirba ye. Ev rovî di ser van re qevistiye ev çi bela wa ye?
Heçî mêrikê axa ye hebikkî bi aqil e li dora xwe meyizand, meyizand Gewre Xatûnê di qarişî wan de rûniştiye, go:
–Gewrê
–Ha keko
–Xweha min ma ev der cihê te ye? Te em li dinya û axretê tev de rûreş û fihêtkar kirin; heydê here cihê xwe!
Wextê wilo got, dibê: ´Gewre Xatûnê ji aliyê odê qesta aliyê malê kir`.
Dilê min di hê da, wextê Gewre Xatûnê ji aliyê odê kete aliyê malê da
weke hîva ti bêxî koxê da
hişê herdu mitirban hate serê wan. Ê mezin gote ê piçûk:
–Ma te dît?
–Eger te dî min jî dî. Ê êê
– Bi Xwedê ev ne însan e ev horîk e, Rebê alemê nazilî erda kiriye. Dibê: ”Heçî mêrikê mitirb jî xeber xwe bi wan re digirin. Ê mezin gote Ni‘o:
–Ni‘o
– ha
– Ewa hatî vê derê xweha te ye, keça te ye, çî te ye?
– Welle cêriya we be xweha min e.
– Dayî ye, ne dayî ye
– Welle nedayî ye.
– Xwedê emrê wê dirêj ke
Rabû ser xwe dibê, taştiya xwe xwarin:
Ni‘o heryekê zêrekî zer kire destê wa da
heryekê ciwanîkî sê salî kire bin wa da,
heryekê qapûtikî sirmelî avêt nav milê wa da, go(t):
– Lawo heger xelata we ne bi dilê we ye jî ez ê hê dime we, navê me bi pîsîtî li odê kurê camêran negerînin.
– Axa tiştê te dayî me kesî nedaye me, te xelata me da me, xelata pîrequtê(n) me kete stuyê keçaxa me li aliyê malê; em ê çin xelateke xwe ji wê jî stênin.
– Lawo heçî hûn mêrikê mitirb in hûn ewladê eşîrê ne, hûn destûrdayî ne.
Gewre Xatûnê di çîtimavan de hisa wan kir, devê çîtimavê vekir, heryekê kursîkî wan danî wê dê. Herdu mitirba(n) dan devê kon û Go[t]:
– Ya keçaxayê çaxê te bi xêr.
– Ahlan [Ehlen] bi xêr û silamet.
Herkê (li)ser kursîkî rûnişt çak (çayek) kire destê wan da, (wan) çaya xwe vexwar, heryekê çixarek da wana go:
– De lawo kêlîkikê me biştexlînin!
Herdu mitirb ji halê hebî jê re hatinê da, heta melayê nîro azanda. Gewre Xatûnê herkî zêrekî zer da wan, herkî qapûtikî sirmelî avît nav milê wa(n), herkî xeftanikî şamî da pîrekê wa(n).
Xatir jê xwestin li devê kon dan, Ni‘o li pêşiya wan zivirî bi destê wan girt.
–Ha axa Xwedê xêr kê? Go:
– Lawo ji berê û paşê da namûs ji pîreka çênabê, heke xwam [xweha min] xelata we bi dilê we nedaye we, ezê xelata we dime we navê me bi pîsîtî li dinyayê negerênin.
– Axa bi serê te ji te bêhtir nedabê me, ji te hindiktir nedaye me.
– Ê lawo çiqa(s) dabe we namûs namûsa min e, hûn ji wir heta vir li ser çavên min hatin.
Carekê herdu mitirba(n) qesta binê konê Xalid Axa, mezinê sê eşîran kir. Êvarê di binê konê wî de bûne mêvan, jê re qîr kirin şi‘r û lawikê erebî heta sibehê li ometê gewr kir. Xalid Axa herkê zêrekî zer da wa, herkê qapûtik avîte nav milê wa. Wan go:
– Axa te xelata me da me, xelata pîrequtê me kete stuyê jinaxayê me li aliyê malê.
De heçî Xalid axa ye mezinê sê eşran e, sê pîrekên wî ne her pîrekikê ji nava eşîrekê neqandiye. Hersêka hisa mitirban kir go:
– Va ye ev mitirb ê bên, bê: ”çaxê we bi xêr”, bê: ”naveroja we bi xêr”, bê: ”hûn rihet in çawan in” zilamê [merivê ku] bi van mitirban re bidê û bistênê – dûrî kerema hazira – em kîrê van mitirban bixin diya hersê pîrekê ne hazir de”
Birako, laşê xwe agirkirin, barzîn (benzîn) kirin û agir berdanê. Herdu mitirban da devê kon:
– Gelî jinaxa çaxê we bi xêr. Eyb e ti ji kê re dibêjî,
– Hun rihet in çawan in. Weke tu bi dîwarê ha re biştexilî. Bavo hima tiştekî xwe nedin me, bi me re biştexilin da bihna me fire bibê. Ti ji kê re dibêjî! Ê Go:
– Ev axayê halo hiz ji xwe dikê, ma yek lal û ker, dido lal û ker, eva dilê we naxwazê hûn bi me re naşitexilin. Ê mezin go:
– Ehda Xwedê li canê min ketibê bê we çi kul kire ser dilê me, ez nemirim ez ê yeke meztir [mezintir] kime ser dilê we, de hûn neşitexilin.
– Dera destê te diçê pîjaqa xwe bêxiyê.
– Ê Welle benî û taqeta xwe.
Herdu mitirb ketine devê konê Xalid Axa
– Xalid Axa
– Ha
– Konê te konê axa ye û ti fêris û pahlewanekî taze yî, lê ji bedêla me herdu mitirban qeda bi hersê pîrekê te kevê.
– Çima kuro hûn van xeberan dibêjin? Heke xelata we bi dilê we nedane we ez ê xelata we dime we navê me bi pîsîtî li odê kurê camêran negerînin.
– Bi serê te dane me heta ti bê bes e.
– Nexwe çima?
– Hima nezera wa(n) heram e.
– Çilo, nezera wan heram e? Pîrekine ji yên min spehîtir we li deverina dîtine? Bê li filan derê heye ez ê bê wilo ye.
– Ê Welle weka wana li nav saxa zahf in lê li nav miriya weke wan nînin.
– Hima bê, Keça filan axayî, pîreka filan axayî ji ya te spehîtir e ez ê bê rast e.
– Hima wilo?
– E,
– Va ye neqeba te û wîna qê heye sê-çar saet.
– Kî ya?
– Dibêjinê da: ”Gewre Xatûnê” xweha Ni‘o
– Ê de vêca werin darî derwên [derewên] mitirban, derwên xelkê bi libas in yê mitirba rût û tazî li ser dîwara ne.
– Ne go çima?
– Ê ne ji xwe ez û Ni‘o pismamên hev in, malmîratê hev in, xwîn û hişra hev in, em piçûkê bi hev re mezin bûne, min ti xwehê wî nedîtine, [bi] hesanî ti dibê: ”xweha wî heye”.
– Wilo?
– a
– Ha, ha, ha, hahî î î î , . .î î îî . . î …………….î
Herê gelî camêran min dî carekê mitirbê mezin dibakê dibêje:
” Xalid Axa dilê min dilekî dil di hê da bi min hê da
Xalid Axa dilê min dilekî dil di hê d bi min hê da
Çi agirê helebê kete mala bavê te da, çi tamara mirinê kete herdu çavên te da
Erê dilê min dilekî dil di hê da
bi wê Qurana ti li aliyê odê rûniştî, te danî ser kaboka xwe pel bi pel dixwînî di aliyê malê da
Erê dav dav e şev digere Xatûnê bîn bike di bin konê reşê amê da
Erê ti telaqê hersê pîrekê xwe bidê wa, berê wa bidî bi mala bavê da
lo, looo,o,oy lo, looou lo,louax lo, looouo, loo u lo, lo loo u o,
ax lo, loou, loooy, lo, looo, ax lo, loy lo, loooy”
Gelî camêra dilê min dilekî dil di hê da
wextê xebera mitirban filitî ji binê lêvê da
Carekê dibê Xalid Axa rabû ji dama xwe da
Birrên bi Xalid Axa ket û rabû ji dama xwe da
Deng li hezar û heft sed siwarê Hesen, Heyder û Cibiran kiriye di bin konê da
De kuştina Ni‘o kekê Gewrê siwarê zerdikê kire destê xwe da
Ewê serî jê bikê, malmîrate bikê, li nav Hesen û Heydera belav bikê
Welle Gewre Xatûnê bi darê zorê bi darê kotekê, ewê bîne bike bin konê xwe da
Lo, looo, lo lo loo, ax lo, lo lo loo,lo ax lo, loo looy, lo, lo loooo
Gelî camêra dibê betil û pêlewanekî wî hebû digotinê de ”Hemê Zerê” sed siwar li ser serê rima xwe nivîsî bû, yanî heta sedî nekujê kuştina wî nîne; bi şêwrê hiseha go:
– Ha Xalid Axa Xwedê xêr kê hewala te çi ye?” Go(t):
–Ê Xwedêm (Xwedayê min) hiz kiriye xweheke Ni ‘o heye gelekî spehî ye, ti zanê neqeba min û wî dilmanî ketiye neqeba me, ez zanim bi xweşkayî nadê min, vêca ez ê çim serê wî jêkim malmîrate kim li nav Hesen û heydera belav bikim û ez ê xweha wî ji xwe re ênim. Go:
– Te xwehine wî dîne? Ne tu wî bi hev re mezinbûne.
– Na xêr.
– Hine [hinekî] weke min ji te re gotine? Go:
– Na
– Kê ji te re go?
– Ew herdu mitirbên şevê dî hatin ji min re gotin.
– Ê malxirab, heçî mêrikê mitirb in beşera dilê însên in, beşera dilê wa xweş dikin û xelata xwe bi dilê xwe ji wan distênin, riya xwe digrin diçine mala xwe. Belkî cêrînan jê parîk nanê paqij dabe herdu mitirban, wesfê wan didin; heçî mêrikê mitirb e seba xelkê kir wê kin ku bi erdê ve neçin û ku wesfê wan jî dan wê wa bi qayî çiya mezin kin. Heke ti esas li pismamê xwe hatî xezebê serê wî jêkî, xwîn û ‘işra (hişra) te ye, şûrekî te û heftî min û heke şuxla ha bi xweşkayî çêbe çima bi nexweşî dikî. Serê neêşê çira miro desmalê lê girêdî.
– De ka bêje aqil ji aqil çêtir heye.
”Rabe ser xwe xulamekî xwe bişêne pey Ni‘o bê: ´Xalid axa gotiye`: ´alîk serê te qusandî yek nequsandî ez ji kerba te biecîm û ez fetisîm, ha ha nesekine were vir`. Wextê gotina te jê re çû xisim li stuyê wî bê, ti zanî heçî Ni‘o ye sed siwar li ser rima wî nivîsî ne, hata sedî nekujê kuştina wî nîne û heçî zerdikê ye jî gava bazda teyr û tihûrê (tilûrê) çolê hemî bidin ser pişta zerdikê jî [wê] zem nakin. Vêca hima linigê wî ji ser pişta zerdikê bê xwar emê destê wî nigê wî girêdin avêjine binê kon û emê xulama bişênine binê konê wî heke xwehine wî hene bira ji te re bênin û heke nîne em ê dest û nigê wî vekin, we bin ruyê hev dû dilê we bi hev xweş kin, emê bên me ti ceribandî. Çima şuxla bi xweşkayî çêbe ti bi nexweşî çêdikî?”
-Ê bi Xwedê eva te ji ya min bidelîltir e.
Dengê xwe li xulamekî kir, heta ti bê: ”yek û dido”, kete devê konê Ni‘o da, silav dayê, di cihê edebê de ma sekinî, go: ”Ni‘o”, go: ”Ha”, go: ”Xalid Axa gelek silav li te dikê”, ew ji ber ve rabû ser xwe, gotiye: ”alîk serê wî qusandî, yek nequsandî”; ev sê rojê wî na ye pariya xwarinê bi devê wî neketiye ji kerba te biecî ye, gotiye: ”bira nesekine hi ihi ez ê mirim ku neyê vir”.
– wilo, go:
– E,
Gelekî kêfa Ni‘o hat go: ”Meyzêne xwebixwetî dibe agir û pûşî bi hev du nakevê, taliya paşiyê pismamê min dilê wî bi min şewitî şand ji min re”.
Carekê Ni‘o da xwe, rabû ser xwe ber bi tewla Zerdikê ve bezî, Zerdikê ji tewilxanê derxist, lê kir zîn û berzînê ertabî (Entabî) pêbelûkê Tirkanî, serrim li qorrimê quliband, dest avête şûr û mertalê rojkanî, cohtek demaçê polîsî, bi şeb û barûdê kewa û di neqeba xwe û qebûra zîn de danî, pê li rikêbê Zerdikê anî û li devê kon da derket.
Gewre Xatûnê di aliyê malê de hisa wa dike, go: ”Xwedê wekîl e tep [dek] û bêbextîn [bêbextiyîn] bi Xalid Axa ra hene û birayê min cihil [cahil] e tiştkî ji xwe fêm nakê, ev ne ji kula wî ketiye jê re şandiye, hew te dî tiştina bi birayê min bikê”, kezeba wê hew girt, li binê kon da û li pey Ni‘o derket. Ba kirê:
–Wa Ni‘o, wa Ni‘o”
– ha xwa min Xwedê xêr kê
– Keko pênc deqa xwe li ser pişta Zerdikê ragire, sê xeberê min hene ez ê ji te re bêjim û oxira te ya xêrê bê.
– De kerem ke xweha min bêje:!
Gelî camêra(n) min dî carekê Gewre Xatûnê dibakê dibê:
– Wa Ni‘o wa Ni‘o, min dî Ni‘o dibakê dibê:
– Ha xwa minê Xwedê xêr kê, bêje çi ya?
”Keko dilê min dilekî dil di he da,
Çi agirê Helebê kete mala bavê te da
Çi tamara mirinê kete herdu çavê te da
nebêje:´Xweha min kevneke jina ye`, ti bi xebera xweha xwe bike, guharkî Heyderî bike kerika guhê xwe da
Erê dilê min dilekî dil di hê da
Heke çûna te hebê li bin konê Xalid Axa mezinê sê eşîran, erê peyabûna te hebê li bin komê reş ê amê da
Erê gunhê min kirî ji hefsaliya min û vir da,
Erê di stukura te û dê û bavê te di qebrê da
lo, looy, lo looy, lo, looy lo, looooo ax lo, lo lo, loooy, lo, looy, ax lo, loo looo”
Gelî camêra gava Gewre Xatûnê ev gotin û xeberdana ha gotiya
Min dî carekê Ni‘o dibakê dibê:
”Gewre Xatûnê dilê min di hê ta,
bes bêje van gotin û galgala ji malbata mala bavê min re gelekî eyb û kirêt a
Erê heke çûna min hebê li bin konê Xalit Axa mezinê sê eşîran, erê peyabûna min hebê li bin konê reşê amê da
erê gunhê te ji heft saliya te û vir da, di stukura min û dê û bavê min da di qebrê da
lê lêêêy, û lê, lêêêê, ax lê lêêê û lê lêêê, ax lê lêêêê, lê lêêê û lê lêêêy”
Gelî camêra dibê carekê Gewre Xatûnê go: ”Keko oxira te ya xêrê bê, destê Xwedê li pişta te bê.
Heta ti bê yek û dido du pehnî dane Zerdikê, kete devê konê Xalid Axa de. Xulam û xizmetkar bezîne pêşiya Ni‘o.
– Kerem ke peyabe axa
–Lawo ez nikarim peya bim.
–Axa peya be
– Bi serê te nikarim peya bim.
Xulam bi ser Xalid Axa de hatin go:
– Xalid Axa bi Xwedê Ni‘o peya nabê
– Çilo peya nabê?
– Bi Xwedê peya nabê.
Hemê Zerê kenî, Xalid Axa û Hemê Zerê li ser doşeka di rex hev de rûniştî ne. Xalid Axa go:
– Hemê Zerê îşê kena te ji boy çi ye?
– Ê ez bi te dikenim.
– Çima?
– Ê yaho neqeba te û wîna bûbû bi qayî çiya, yek pirs te şand jê ra, qonaxa sê-çar sieta nesekinî û va ye hat, neqeba te û wî sê gav mane, rabe ser xwe here pêşiya pismamê xwe ti jê kêm nabê, heke ew pîs be ti jî pîs î û heke î qenc bê ti jî qenc î. Here pêşiya wî, ti pismamê wî yê mezin î wextê çav li te kir hesp[1] li stuyê wîna peyabê. Hima ku lingê wî li ser pişta Zerdikê bê xwar ti bê çi pê bike em ê pê kin.
– Bi Xwedê xebera te ye.
Xalid Axa serqot û piştevale bezî pêşiya wî
– Ehlen we sehlen ya pismam ji wê dê heya vê dê ti li ser çavê min hatî. Ewî li ser pişta Zerdikê serê xwe jê re tewand go:
– Pismam ez xulamê te me, heta gihayê destê hevdu toqat kirin, bi celewa Zerdikê girt
– De kerem ke em herin aliyê malê fincanek çay, yek qahwe vexwin, yan çixarekê, de ji boy bihna min fire bibê.
– Pismam
– Ha
– Ti zanê konê mi konekî tenê ye, Xwedê heye û ez heme, heçî şivan û gavan jî kurê xelkê ne, îro komeke giran bi ser terş û talanê mi de bigirê, ji te re jî bibê sergêjî û ji min re jî bibê serêşandin. Vêca ez î hatime ez nikarim peya bim û e’ (ez) nikarim bisekinim: Heke ti hewceyî boşê deva bûbê ez pismamê te me, ti hewcwyî zêr û zeber (zeger), xezîne û defîne û malê dinyayê bûbê ez pismamê te me li ber te sekinî me, ti hewceyî malê dinyayê bûbê ji xwe malê te ye, taliya paşiyê ti li min hatibê xezebê, xwîn û ‘işra te ye, ez pismamê te me, va ye serê min û va ye şûrê te.
– Wilo
– A
– Nexwe ti peya nabê?
– Bi Xwedê nikarim peya bim
– Wey rihê te hezar salî bê, tiştek min his kiriye[2] ez nizam ne rast e ne derew e.
– Ê Welle şixula rast rast e û ya derew derew e.
– Vêga xwehne te hene nîn in?
– Welle xweheke min heye
– Xweşik e çawa ye?
– Baş e, normal e, îdare pê dibê.
– Yaho ez çi dibêjime te ti çi dibêjî, ez dibêm: ”Xweşik e”, ti dibê: ”Baş e”, baş jî birayê pîsa ye.
– Yaho keçê me axa bi navê me mabin di stuyê me de namênin, îdare pê dibê camêr.
– Ho, ho ez çi dibêjim ew çi dibêje.
– Yaho xweşik e heta ti bê bes.
– Ha wilo bêje camêr
– Ê de vegere malê destê wê lingê wê hine bike û ji min re bişîne!
– Wilo?
– A
– Maleva ev tiştê ti dibêjê ne kerr diecibênê û ne lalan his kiriye.
– Çima?
– Ne ji xwe ev tişta ti dibêjî dîn jî naecibênin, were hesêba îşev te his nekiriye, here mala xwe û sibê li ometê gewr kir neh-deh zilaman bide pey xwe û were, parîkî nanî xwe jî li min bike xisar û dotmama xwe bêxe miafekî hêdî hêdî bide pey xwe ji xwe re werêne. Çima serê neêşê ti desmalê lê girê didê, ti kîrê gamêşê li qûna pêşiyê rast dikê, Xwedê ji te razî.
– Ooh, te dirêj kir e’ (ez) nikarim wilo bikim.
– Nexwe bi zor e.
– Zor ne zor ev e.
– Wilo?
– E.
Herê gelî camêra mi dî carekî î î î î î, Ni‘o dibakê dibê:
”Ya Xalid Axa dilê min dilekî dil di horê bi min horê
ya Xalid Axa dilê min dilekî dil di horê bi min horê ê ê ê ê ê yê uu way
erê heta li ser serê min nebê pîkolê
sêbahrî darê kotekê darê zorê ê ê ê yuw
erê dibê li ser serê min nebê pîkolê
ez ê ti carî qebûl nakim darê kotekê
dibêjinê darê zorê ê ê ê yêêy
erê wî hezar û hefsed siwarê Hesenan û
Heyderan û Cibran tevu [tevlî] Hemê Zerê betlê te yê
sed siwar li ser rima wî nivîsiye
rûniştiye di bin konê te da
Wî li min û te dihisênin dilê min dilekî dil di he da
heke ti min nekujê malmîrate bikê
li nav Hesena û Heydera bela nekê
erê ti Gewre Xatûnê bi darê zorê bi darê kotekê
neênê nekî bin konê xwe da
erê dûrî kerema hazir û guhdaran vê cim‘eta rûniştiya
erê ez vî kîrê bêxime her sê jinê te da a a a
Lo, looy, lo looy, lo, looy lo, looooo ax lo, lo lo loo, ax lo, loo looy, lo, lo lo, loooo o o”
Gelî camêra dilê min dilekî dil nediya aaa yaa aa
Min dî carekê dibêjin Ni‘o kekê Gewrê siwarê Zerdikê
li serê ê ê zerdikê xist û vegeriya.
Dibê: ”Rabû ser xwe Xalid Axa go:”
– Gelî Hesenan, Heyderan min kîrê Ni‘o kire dê û jinê we da, xilas bû.
– Oxira wî ya xêrê bî.
– Kuro xilas bû.
– Em wî dibênin, me gotiye te heta peya nebê eleqê me jê nîne, camêr bi xweşkayî da te te kire zor, de here mêrekî qenc be vêca jê bistîne!
– Nexwe hun naçinê?
– Bi Xwedê qefzekî em bi pey de naçin. Me gotiye ”heta peya nebê em naçinê”.
Xalid Axa bi pey de ket go:
– Wa Ni‘o, wa Ni‘o
– Ha Xalid Axa
– Heyra qonaxa heft şev û heft roja ji mentîqa min barke û here, bike go ez nizanibim ti li ku erdê yî.
– Ê malava te yê pêşî wilo gotibana, ma hewceyî me û şitexaliyê ne, di rê da bida ruyê hev du? Ehlan wa sahlan, tixûbê xurta nîne, li ser serê min heyra ez ê wilo kim.
Dibê: ”Xalid Axa vegera binê kon, Ni‘o qesta binê konê xwe kir. Konê li ser çarde sitûna li erdê da, avête ser pişta qantira ga û gamêşê Erebî êl û ribana rengî da pêşiya xwe ya Ellah û ya Xwedê şev kire şev, roj kire roj, heft şev û heft rojan barkir û meşî, nedanî. Di mêrgkê ve derket, li vê mêrgê dimeyizênê gul û indeko (inteko) diavêjê rikêbê hespan, mêş bi mêşaniya xwe li vê mêrgê neçêraye. Mêrg û çîmenê wêna tavêjin rikêbê hespan, dibêjine vê mêrgê: ”Mêrga Xirbezilê”. Konê li ser çarde stûna di nîvê mêrgê da li erdê da, beyreqa herbê di zikê kon de çikand, bi qasî bangorikî zîv û zêr kire stûna navmalê, ga û gamêşê Erebî berdane mêrgê û ji xwe re rûnişt.
Kul û kedera Gewre Xatûnê kete ser dilê Xalid Axa, dirabê dibê: ”Ox Gewre Xatûnê”, dirûnê dibê: ”Ax Gewrê”,weha bû serdilka wî, ti bi serê bêvla wî bigirî ê rih berdê û nizanê ne Ni‘o bi ku ve jî çûye û bi ku erdî ve ye.
Rojekê Ni‘o di binê konê xwe de rûniştiye meyizand di têcirê go berxa dikirin ketine binê konê wî da, şêst berx ji berxê wîna neqandin û jê kirîn. Ni‘o go:
– Gelî têcira lawo hunê bi ku de çin?
– Em ê bi vir de çin heta bi nav hesenan û heyderan binê konê Xalid Axa. Go: ”Aha li ser bextê min û zarokê min bê, ez û Xalid Axa em dijminê bavê hev du ne û Ellah wekîl çavê wîna, çav ji darî çava dikevê mirov li hev dibê agirê sor, çawa ew his bikê e’ (ez) li ku erdî me wê ê min. De vêca ez rabim va berxa ji va têcira bistênim eyb e û ez nestênim jî bi Xwedê dirfa min li berxê min e, çawa Xalid Axa çav li berxa bikê wê nas kê”. Go:
– Gelî têcira!
– Ha,
– Lawo ez û Xalid Axa em dijminê hev in, ez rabim berxa ji we bistênim eyb e, lê heye ji we bipirsê, ez di bextê we û Xwedê de me lawo hûn konê min rastî û doxrî jê re nebêjin.
– Bextê Xwedê di neqeba me û te da
– Ê lawo herin, hûn û bextê xwe û ez û şîrê xwe.
Herdu têciran berxê xwe ajotin, şev kirine şev, roj kirine roj; rojekê ji melayê nivro pê ve her şêst berx di devê konê Xalid Axa de dane mexel. Xalid Axa dest avête misînê destlimêjê/desmêjê derkete devê kon, meyizand şêst berx ji berxê Ni‘o dirfa wîna li wana di devê kon de mexelkirî ne.
– Ev berxê kê ne? Têcir bi ber ve bezîn.
– Berx berxê me ne.
– Ez zanim berxê we ne, we ji kê kirîne?
– Ê Axa em li berxa digerin, ne li xweyîya, me hin ji Torê kirîne, me hin ji Çolê kirîne, me hin ji Zozanan kirîne, em ji ku zanin berxê kê ne. Go: ”Xwedê wekîl e ev têcir şîretkirî ne”.
– Yaho ez mezinê hezar û hef sed malî me, hun serê malê nekirin hunê berxekî kirin.
– Belê
– Berxê hêja bê deh mecîdiya di mecîdî xatirê we û xelata min jî li we nekevê 1500 mecîdiyê zîvî dikevê, ez wê jî di we bihurtim, hima xwediyê berxa konê wî rast ji min re bêjin.
Ê mezin go: ”Xwedê dikim ê qenc bi destê ê pîs herê, bi Xwedê ez ê bêjim”.
– Konê xwe li Mêrga Xirbezilê vegirtiye.
– Ti ji dil dibêjê?
– Belê.
Gelî camêra min dî carekê xalid Axa dibakê, dibê:
”Gewre Xatûnê dilê min de hunêêê êê
bes biska bişo bi lûfikê bi heft barê vê sabûnê
Welle bi serê bavê xwe kim
Gewre Xatûnê dûr e, we ’z ê çûmêêê êêê
lo, loo lo looo oo lo, lo loo lo lo lo ax lo loo loo oooy ax lo loooo ax lo lo, lo looy
Gelî camêra dilê mi dilekî dil di he da bi min he da
Mi dî birrînî bi Xalid Axa ket û rabû ji dama xwe da
Erê dengê xwe lê kiriye li hezar û heft sed siwarê Hesen û Heyder û Cibran kiriye bin konê xwe da
Heçî Hemê Zerê ye dibêjê: ´Betl û palewanê Xalid Axa ye` Kuştina Ni‘o kekê Gewrê siwarê Zerdikê kire destê xwe da
Serî jê bikê malmîrate bikê li nav Hesen û Heyderan belv bikê, de gewre Xatûnê bi darê zorê bi darê kotekê jê bistênê bînê bikê bin konê axayê xwe da
lo loo, lo loo, lo loo ax lo lo, looo lo lo looo, lo ax lo loooy”
Şêwr û mişêwreta giran kete nav hesen û heyderan, malûm e 1700 mal e. Xalekî Ni‘o heye dibêjinê de: ”Kalo”, emrê wî jî ketiye heftê-heştê salî da, ew jî di nava êla hesen û heyderan da ye. Pîreka wî dibêjinê da: ”Mîre Xatûnê”, dest avête sila (satila) xwe hate devê konê Xalid Axa, seba go peşkik dewê xwe bibê; meyizand nikûsê hersê pîrekê wî ketiye erdê da. Herkê kulmek li serê wan da, go: ”min keziya we qusanda, ez dibê: ´hima ez têm peşkik dew ji ba we dibim hûn madê xwe dikin`. Herkê dafik danê go:
– De here pîra çepel, ma ji ber dêw e.
– Nexwa ji ber çi ye?
– We digo: ´Ni‘o xwarziyê me ye`.
– Xwarziyê me ye, ma çi jê hatiye?
– Ti hê lê nehisiyayî?
– Na Wella.
Gelî camêra(n) min dî carekê hersê pîrekê Xalid Axa dibakê dibê:
” Lê lê Mîre Xatûnê dilê min dilekî dil di he da
Lê lê Mîre Xatûnê dilê min dilekî dil di he da bi min he da
Çi agirê Helebê kete mala bavê te da
çi tamara mirinê kete herdu çavên te da
Erê heçî Xalid Axa ye mêrikê axa ye
Ro didî der (roj derdikeve/rojê carekê) mêr kuştiye jina mêr kiriye bin konê xwe da
De heçî Hemê Zerê ye kurekî kurmanc e,
pelik (parîk?) nan xwariye bitirr bûye ketiye herdu çavê xwe da
ewî kuştina Ni‘o kekê Gewrê siwarê Zerdikê xwarzîkê we kiriye destê xwe da
ewê serî jê bikê malmîrate bikê, li nav Hesen û heyderan belav bikê, Welle gewre Xatûnê bi darê zorê bi darê kotekê bînê bikê bin konê axayê xwe da
lê lêêê lêê lê lêê lêêêê ax lê lê lêêêê, lê lêêê ax lê lêêê lêêê ax lê lêêêê lê lêêê lê lê êêê
Gelî camêran min dî carekê Mîre Xatûnê dibakê dibê:
”Gelî pîrekên min yabo – nuka Xalid Axa – qenc li min bihisênin, erê dilê min dilekî dil nedî ye
heke Xwedê te‘ala axa mirinê nexê çavê min da, ez ê we hersê pîrekê Xalid Axa erê li Ni´o, kekê Gewrê siwarê Zerdikê mar bikim, erê qene ti zanibê derdê dilê Mîre Xatûna te çi ye
lê lêêê lêê, lê lêê lêêêê ax lê lê lêêêê, lê lêêê ax lê lêêê lêêê ax lê lêêêê lê lêêê lê lê êêê”
Go: ”Ha hûû pîrê welle xweşxeber e lê me jê nebawer e”. Go:
– Jê bawer bin, heke Xwedê te‘ala axa mirinê nexe vî çavê min da, ez ê we hersêka li Ni‘o kekê Gewrê siwarê Zerdikê mar bikim.
Carekê Mîre Xatûnê bi ser Kalo de vegereha, meyizand Kalo wî di tifika qahwê de razaye, dûrî kerema hazira xweliya heft tifika li ser kîr û gunê Kalo gihaye hev. Mîre Xatûnê go: ”Wey mala bavê min nebê Ellah wekîl Kalo ji hisabê miriya ye, mi [min] zirtek kir zirta mi [min] çû bi avê da, mi [min] go(t): ´qê Kalo hê weke berê ya´. Kê mirî sax kirine û şandiye şer? De bi Xwedê Kalo ji hisabê miriya ye, ez ê xeberna, şa‘rina avêjme ser, rabû rabû, nerabû korîma wî û sed bavê wî kirî”.
Gelî camêra min dî carekê Mîre Xatûnê dibakê dibê:
”Lo lo Kalo de rabe serê te bi şaro guhê te bi guharo
rabe serê Mîre Xatûnê bibê bi qurbano bi heyrano
lo loo Kalo dilê min di he da
çi agirê Helebê kete mala bavê te da
çi tamara mirinê kete çavê te da
erê ti yî razayî di bin konê reşê amê da
haya te ji bayê felekê tinîne, heçî Xalid Axa ye, mêrikê axa ye ro bidê der, mêr kuştine
de jinê bi mêr kirine bin konê xwe da
heçî Hemê zerê ye kurekî kurmanca ye, parîk nan xwariye bitirr bûye ketiye herdu çavên xwe da
erê kuştina Ni‘o kekê Gewrê siwarê Zerdikê, xwarzêkê te kiriye destê xwe da
erê serî jê bikê malmîrate bikê li nav hesenan û heyderan belav bikê, Welle gewre xatûnê bi darê zorê bi darê kotekê erê bênê bikê bin konê axayê xwe da
Kaloooo, Kaloo, Kalo Kalooo Kalo, kalooo ay Kalo Kalo oo Kalooo Kaloo, Kalooo
Welle serê te bi şaro, guhê te bi guharo, de rabe serê Mîre Xatûnê bibê bi qurbano
bi heyrano Kaloo, kalooo Kaloouy Kaloooo
Kalo guhê xwe berda ser go(t): ”Ellah wekîl betl û pêlewanine qenc ji hesen û Heyderan mirine, pîrekin şa‘ra tiavêjine ser wan, di zemanê xwe da ez betl û pêlewankî taze bûm, belkî vêga ez mirîme ez bi xwe nizanim. Dibêjin: ´dibê mirî dimirin heta serê wa li heda nekevê bi xwe nizanin, belkî ez mirîme ez bi xwe nizanim, nefesa wî dijenî ew jî ji ber xwe bû”.
Mîre Xatûnê go: ”Li mala bavê min nebê Elleh wekîl çiqas zilamê mêr bê gava extiyar bû go te behsa mêraniyê ji wa re kir, hebikkî bêzirav dibin. Min behsa mêraniyê ji Kalo re kir rehek ji dilê wî mabû ew jî qetiha wey Rebbî ti nefilitê. Go bi Xwedê ez ê vê neqlê jî bêjim rabû rabû, nerabû korîma wî û heft bavê wî kirî”.
Gelî camêra min dî carekê Mîre Xatûnê dibakê, dibê:
”Kalo de rabe serê te bi şaro û guhê te bi guharo
Rabe serê Mîre Xatûnê bibê bi qurbano bi heyrano
Kalo de rabe were dilê min dilekî he da bi min he da
Çi agirê Helebê kete mala bavê te da
Çi tamara mirinê kete çavê ta da
Erê tiyî razayî di bin konê reşê amê da
Haya te ji bayê felekê tinîne, heçî Xalid Axa ya, mêrikê axa ye ro didî der mêr kuştine de jinê bi mêr kirine bin konê xwe da
Heçî Hemê zerê ye kurekî kurmanca ya, parîk nan xwariye bitirr bûye ketiye herdu çavê xwe da
Erê kuştina Ni‘o kekê Gewrê siwarê Zerdikê, xwarzêkê te kiriye destê xwe da
Erê serî jê bikê malmîrate bikê, li nav hesen û heyderan belav bikê, Welle gewre xatûnê bi darê zorê bikê bin konê xwe da
Welle Kalo de rabe, ti di rabê rabe ti narabê, ezê bi pişta mala diketim bi simaq a
We ezê bi berê mala diketim bi simaq a
Erê ti dirabê rabe ti narabê erê tê bêxê, destê Mîre Xatûna xwe her sê telaq a
Kaloooo, Kaloo, Kalo Kalooo Kalo, kalooo ay Kalo Kalo oo Kalooo Kaloo, Kalooo
Welle ser te bi şaro, guhê te bi guharo
De rabe serê Mîre Xatûnê bibê bi qurbano bi heyrano ey Kaloo, ey Kalooo
Gelî camêra gava Mîre Xatûnê ev pirs û galgala he gotiya
Min dî carekê kalo miqamêkurmikî ji vanê bihara, hat û di nav xweliya tifikê da libitiya.
Erê mi dî Kalo dibakê, dibê:
”Mîre Xatûnê rabe bilive bilezîne, ber bi sindoqa xwe bigihîne, de meqesê berbera jê biderîna,
Serê kaloyê xwe deyne ser kaboka xwe hêdî hêdî temborîka kalê xwe biqusîna
De şara amûdî li serê Kalo bişidîna, qunderê di lingê Kalo de biedlîna
Qê te derbê kalê xwe bi çavê ser xwe nedîna
rabe ada Xwedê li canê min ketibê, ez ê dest bavêjime şûrê şamî ya
bikevime devê konê reşê Erebî ya
ez ê tovê bavê hesenan û heyderan, tevî xalid Axa, Hemê zerê, qenca û pîsa, erê bi yekderbê bitefînim ji binî ya
Lê lêêê lêê, lê lêê lêêêê ax lê lê lêêêê, lê lêêê ax lê lêêê lêêê ax lê lêêêê lê lêêê lê lê êêê”
Mîre Xatûnê go:
– Ha Kalo ha Kalo, heqê me li Xalid Axa û Hemê Zerê heye, heqê me li alê gundiyê me çi ya?
– Ê maleva bes wesfê min bida.
Gelî camêra min dî dibêjê:
”Wextê Kalo bi guhê sitûnê girt û hate vî rexî û çû rexê dî ye
Bû qîrçe qîrça qonderê di lingê Kalo da dibê çûye û hatiye
Erê carekê Mîre Xatûnê destê xwe da ber devê xwe û bi Kalo keniye
Lo loo, lo loo, lo loo ax lo lo, looo lo lo looo, lo ax lo loooy, lo looo, lo looo ”
Kalo go:
– Mîre Xatûnê
– Ha
– Xwedê xêr ke kena te, an te qisûrin li bejna min dîtin, an meseleke kena te heye, tê ji min ra bêjê.
– Kalo
– Ha
– Maleva hima kena min hat ez kenîm, mêrikê extiyar bû miho nikarê henikike xwe bikê.
– Ne, ev ne îşê henekê ye, bi serê bavê xwe kim tê bêjê bê mesela kena te çi ye?
– Kalo?
– Ha
– Bi Xwedê mi digo qê ti bûyî kalekî heftê heştê salî, min nizanibû ku ti vegerahî bûyî xortekî çarde salî.
– Wilo
– A
Erê mi dî carekî Kalo dibakê dibê:
”Lê lêê Mîre Xatûnê we’z ê bi pişta mala diketim wa bi ting a
We’z ê bi berê mala diketim wa bi ting a
Ez ê sed carî bi serê bavê te kim gava çavê min li bejn û bala te keçikê, te kevokê ketiya, erê sorê ji êvara Xwedê ve di nav paqê kalê te da bûye sing a
lê lêêê lêê, lê lêê lêêêê ax lê lê lêêêê, lê lêêê ax lê lêêê lêêê ax lê lêêêê lê lêêê lê lê êêê
Kalo go:
– Mîre Xatûnê?
– Ha
– Hewqa(s) wesfê min bes bide û keçeliya mi germ neke û delxê min li hev nexe. Tê kê go ez ra(hê)jime şûrê şamî bikevime devê konê Xalid Axa tovê bavê Xalid Axa û Hemê Zerê, qenca, xiraba û hesen û heyderan bi yekderbî bitefînim ji binî.
Kalo weke marê jahr pê re bigihê kir û nekir hedanî û seqarî hew jê re hat. Qapûtê xwe girte nav milê xwe qesta binê konê Xalid Axa kir, meyizand pa hezar û heft sed siwar e, sed li vir bi hev du şêwir dikê, di (du) sed li dera ha, pênsed li dera ha, şêwr û mişêwra giran ketiye nav hesen û heyderan.
Heçî Hemê Zerê ye . . . . . . . . . . . .[3]
”Nav şikala ji mi re xweş e û cihê doşeka ji Hemê zerê re xweş e, wextê go min ji te re mêr di kuştin kel‘a divegerand te doşek ji mi re jî didanî. Ez ji wesîfet (wezîfe) ketime Hemê Zerê betl û pêlewanê te ya, bi kêrî mêrxasiyê tê ji te ra, cihê doşeka ji wî ra xweş a”.
– Tişbihê ti xeyîdî yî?
– Ez xeyidî me ma li te nayê?
– Ê ne go xeyda te bi şirî‘et bê?
– Bi şirî‘at a. Vaqa mêran, vaqa kel‘an ji te ra divegerênî Hemê Zerê te rojekê nego: ´ez ê çêlekkê dimê da bi doşandin`. Te nego: ´ez ê bizinek diduya dimê da bira ew zarokên xwe ji xwe ra bigurênin, bikine du şîv`.
– (Tu li) ser vê xeyidî?
– A, de vêca Xwedê xêrkê ev dawetek e ev xêlek e, berbûrîk e, hewala te çi ye, ev çi mesela te ye?
– Ê Kalo ji te tê veşartin, (lê) ji Xwedê nayê veşartin, ew xwarziyê te Ni‘o.
–Belê
– Xwahke wî hebû min bi xweşkayî jê xwest neda min, ez ê çimê serî jê kim, malmîrate bikim li nav hesen û heyderan belav bikim û ez ê Gewrê ji xwe re bênim.
– Wilo?
–A
– Xweşxeber e, min jê ne bawer e.
– te go çi?
– Tê ênê, (lê) heyra yeke min e dî kete stuyê we
– Çawa?
– Heçî Zerdikê ciwaniya [canîya] Qemerê bû, ciwaniya mehîna mi bû, vêca qemerê di nav sala de weke min çûyî ye, di şer û miherbê giran de mezin bûye. Gava êl bardikin ez siwar dibim jê were ez ê çime şer, di bin min de pîkoliyê dikê û ez extiyar bûme nikarim zemt kim, wê min li bin guhê dîwarekî xê min kujê, gava we kuşt min divê hun ciwaniya min bidin min.
– Wilo?
–A
– Ahlan wa sahlan.
Ji nîvê şevê pêva Hesena(n) û heydera(n) siwar bûn, Kalo jî siwar bû kete nav wan û ketin ser rê de, meşîn. Sê şev û sê rojan meşîn Kalo go: ” Bi Xwedê ez ê li vê derê li wan qewimênim ma xwene ez ê wa bime ku”? Go: ”Ê maleva vaye min li wa qewimand ew ê bazdê ew ê bazdê ez ê kê zemt kim? Hêdî da ez qenc destê wan ji te va qut bikim. Vêga betil û pêlewanê wan, ê go dûrî hazira gûyê mezin dixwê Hemê Zerê ye, ez çûme hemê Zerê”.
Çû rikaba xwe kire rikêba Hemê Zerê.
Erê min dî carekê Kalo dibakê dibê:
”Hemê Zerê lawo dilê min dilekî dil di hed a bi min hed a
Hemê Zerê lawo dilê min dilekî dil di hed a bi min hed a
çi agirê Helebê kete mala bavê te da
çi tamara mirinê kete çavê te da
Heçî Xalid Axa ye mêrikê axa ye rodi dî der
mêr kuştiye jinê bi mêr kiriye bin konê xwe da
Lawo ti kurekî kurmanca yî te parîk nan xwariye
bitir bûyî ketî herdu çavê xwe da
erê te kuştina Ni‘o kekê Gewrê
siwarê Zerdikê xwarzêkê min kiriye destê xwe da
erê ti serî jê bikê malmîrate bikê
li nav Hesena heydera belav bikê
Welle gewre Xatûnê bi darê zorê bi darê kotekê
bênê bikê bin konê axayê xwe da
erê piştreê yekî weke mi şûrkîbavê serê te,
weke kuçikkî bavêjî dera ha,
ez ê kîrê te bixme diya Xalid Axa
yê Xalid Axa bixme dê û jinê te da
lo looo, lo looo lo loo, lo loo, lo loo ax lo lo, looo
lo lo looo, lo ax lo loooy, lo looo, lo looo ”
Gelî camêra mi dî birrênî bi Hemê Zerê ketiye
wî û Kalo kirine stuyê hev de egal û çefî yeeeee
Xalid Axa kete nav wa da:
– wah wah wah, Kalo, Hemê Zerê hewalê we çi ye? Hûn diçine xelkê hûn bi rê de bi hev diçin
Kalo go:
– Xalid Axa, go:
– Ha, go
– Te zimanek kiriye devê Hemê Zerê da, kes nikare ne ji qenc û ne ji xirab pê re biştexilê. Ez dibêm ez bi te me, ti bi Hesena(n) û Heydera(n) î û Hesena(n) Heydera(n) bi me ne, bi min e, dibê kî tê nayê korîma wî kirî. Vêca wextê Hemê Zerê ev mêrê ha ye, bera Hemê Zerê tenê herê em ê vegerin.
– Bira Hemê Zerê ti wilo dibêjê?
– Kuro ti nizanê Kalo çi dibêjê ti guhê xwe didê Kalo. Go:
– Çi dibêjê? Kir (ku) bêjê Kalo go:
– hêdî, hêdî ez ê bêjim. Go:
– De bêje!
– Kuro mi go: ”Gava kete hahoyê kurê bava(n), mişşênê darê rima(n), birrênê kurê camêra(n), yekî weke min ê şûrkî bavê serê te, ez ê kîrê te kime diya Xalid Axa û yê Xalid Axa kime dê û jinê te da”. A mi ev gotiye, xwene mi çi gotiye? Go:
– Vêca Xalid Axa? Go:
– Ê yawo ma dê û jinê te ji yê mi çêtir in? Wextê ez nexeyîdim, ya te çi ye? Go:
– Yawo ti ji Kalo xirabtir î, go:
– Wellahî me zanibûya Kalo yê bê em bihostekê jî nedihatin, lê Kalo bela Mezeritêye, emî hatine nîvê rê, em vegerin hima Kalo deynekî me, aleqê me ji tiştkî dî nîne.
– Kalo? Go:
– Ha, go:
– Were apo tenişta xwe bide ya mi(n).
Ew û wî kêlîkkê meşîn, siwar kirine neqeba xwe û wî na, (wî) xwe jê hêdî dizî, dizî, carekê rikêba xwe kire ya Hemê Zerê. Hemê Zerê halo meyizand Kalo li tenişta wî ya, weke roviyê çav li tajî bikê go:
– Ellah wekîl hate şitexaliyê.
Mi(n) dî(t) carekê Kalo dibakê, dibê:
”Hemê Zerê lawo dilê mi dilekî dil di hed a bi min hed a
Hemê Zerê lawo dilê mi dilekî dil di hed a
çi agirê Helebê kete mala bavê te da
çi tamara mirinê kete herdu çavê te daaaa
lawo ti kurekî kurmanca yî, te parîk nan xwariye
bitir bûyî ketî herdu çavê(n) xwe da
erê te kuştina Ni‘o kekê Gewrê siwarê Zerdikê
Xwarzîkê min kiriye destê xwe da
serî jê bikê malmîrate bikê,
li nav Hesena(n), Heydera(n) belav bikê
Gewre xatûnê bi darê zorê bikê bin konê axayê xwe da.
Erê gava kete hahoyê kurê bava(n),
mişşênê darê rima(n), birrênê kurê camêraaa(n)
yekî weke mi(n) ê şûrkî bavê serê te, wek kuçikkî, bavê dera ha.
Erê Kalê te emrê wî ketiye heftê, heştê salî ya aayw
ti derb û berb/merb bi Kalê te re nemayî yaa
gava we ’z vegeriyame malê
di/du berikê demça bi Kalê te re mayî ya
ez ê di nav paqê herdu jinê te da bipeqênim
erê qene ti zanibê derbê Kalê te çi yaaa
lo looo, lo looo lo loo, lo loo, lo loo ax lo lo, looo
lo lo looo, lo ax lo loooy, lo looo, lo looo
Gelî camêra(n) dawa namûs û xîretê giran a,
birrêênî bi Hemê Zerê ketiya
wî û Kalo kirne stuyê hev de egal û çefî yaaaa
Carke (careke) dî Xalid Axa kete neqeba wa(n).
– Kalo Hemê Zerê hewala we çi ye? Kalo go:
– Ez ê ji vir vegerim, yaho ez heneka dikim, xortê Hesena û Heydera hin bi dost in, hin bi yar in, hin hiz ji malê xwe dikin, hin hiz ji pîreka xwe dikin, nû anîne, ez heneka ji wa(n) re dikim. Heçî Hemê Zerê ye te ev ziman kiriye devê wî dibê: ”Kî tê ji kîrê mi ve kî nayê ji kîrê mi ve”. Wextî ew mêr e, bera ew tenê herê em ê hemî vegerin.
– Birra Hemê Zerê ti wilo dibêjî?
– Yaho ti nizanê Kalo çi dibêjê ti guhê xwe didê Kalo! Kir (ku) bêjê kalo go:
– Hêdî hêdî ez ê bêjim
– De ka bêje!
– Kuro mi go: ”gava yekî weke min kete hahoyê kurê bava mişşênê darê rima şûrik avête serê te, di berikê demaça bi mi re mane ez ê di nav paqê herdu jinê te de bipeqênim”, a mi ev gotiye xwene mi çi gotiye.
– Hemê Zerê bi Xwedê ti eynî yî, hohoo ti ji Kalo xirabtir î!
– Çawa?
– Yaho gava ez mirim, jinê mi herin xerîba bikin bera te bikin. Wextê ti hatî kuştin jinê te herin xerîba bikin bila Kalo bikin. Xebera Kalo ya.
– Ê Welle ne xebera te ye lê bera xebera te bê!
Careke dî rikêba xwe dane hevdu dîsa qeder bi qederê meşî Kalo çû rikêba xwe kire rikêba Hemê Zerê go:
– Hemê Zerê? Go:
– Ha, go:
– Vê neqlê ez ê bi xweşkayî bêjime te, go:
– De bêje! Go:
– Lawo ez li ser xwarziyê xwe qebûl nakim, vêca heçî Xalid Axa ye û Ni‘o pismamê hev in, malmîratê hev in kî kê dikujê aleqê ê weke min û te pê neketiye. Heke te divê ti xwîna xwe bikê stuyê min were û heke te navê jî ji vir vegere here mala xwe! Te qewata şerê mi nîna.
– Wilo? Go:
– A, go:
– Kalo, go:
– Ha, go
– Niha bi rê de bela xwe ji min veke, gava em ketine ser mêrga Xirbezilê, kete hahoyê kurê bava(n), mişşênê darê rima(n), birrênê kurê camêra(n) e (ez) ne di xêra extiyarê weke te da, tiştê ji qwîşa (qûşa) bergîla te tê qebûl neke!
– Wilooo? Go:
– A, go:
– Ê ti weke Eliyê kurê mi(n), lê bera ev şitexaliya te di bîra te de bê.
Qeder bi qederê meşîn ha li vir û li vir carekê ji nîvê şevê pê ve ketine mêrga Xirbezilê, hezar û heft sed siwarê cengê ye, hawîrdorê konê Ni‘o kekê Gewrê siwarê Zerdikê qalib girtin.
Hina go: ”Em ê niha lê xin”, hina go: ”Em ê ser taştê lê xin”. kirin û nekirin xebera yekî bi serê yekî de neçû. Kalo go:
– Hêde ez ê ji we re bêjim, go:
– De bêje! Xebera dosta jî kifş e ya dijmina jî kifş e. Go:
– Yaho vê şeva ha me yî hawîrdorê wî girtiye ne teyr e di ezmana re herê û ne mar e bikevê bin erdê da, îro em ji reş de bi ser de bigirin, heye deh hezar siwar di bin konê wî de mêvan bê, mêvanê wî li ser qebûl nakin, em kitê ji hev bernadin. Vêca dev jê berdin go sibehê li ometê gewr kir, dibê: ”mêvanê behara lêviya (li hêviya) taştê nasekinin, sibehê zû qahwekî, qahwealtîkî dikin û riya xwe digirin diçin”. Gava go mêvanê wî hebin sibê wê kara wan kê û heke nebê em ê bi ser de girin şerîtê kon bi ser de qetênin, ti bê bigire, ti bê bi xeniqê, ti bê bikujê, ti bê çi jê ke em ê kin. Go:
– Bi Xwedê xebera Kalo ye, gelî Hesena(n) Heydera(n) razin heta sibê go mi(n) deyn li we kir şiyar bin.
Temamê Hesena(n) û Heydera(n) ew heft şev û heft roja(n) bi rê de hatine xew bi çavê wan neketiye, herkeskî ji dahma xwe de peya bû mihînê(n) xwe bi destê xwe girtin. Kalo go: ”Bi Xwedê hew te dî tab û bêbextî bi Xalid Axa re hebin, bi xwarziyê mi re bikê”. Çû di devê kon de serê xwe kire kurk û hewraniyê xwe û çavê wî ma li devê kon. Qemerê ’hêrrî, Zerdikê dengê diya xwe nas kir, ew jî ser qeyd û merbeta de ’hîrrî. Ji Ni‘o û ji Gewre Xatûnê, Gewre Xatûnê şiyar bû, meyizand çingeçinga qeyd û merbeta Zerdikê ye. Neqeba tavika temûz û tebaxê bihost û çar tiliya ax di bin xwe de pîkol kiriye. Go: ”Îro komeke giran bi ser terş û talanê birayê mi de negirta ciwaniya birayê min ne bergîl e, ez (di)bêm ev ecêba ha rakiriye; meselek lê qewimîye. Derkete devê kon haylooo si‘or li ser darê rima dileyizê, ’hîr’hîra ’hemdaniya dê li weledê xwe nabê xweyî. Dengê Qemerê kir go: ”Ellah wekîl ev mihîna xalê min e, va ye Qemerê lê ez nizanim ka ye ew”. Kalo go:
– Gewrê? Go:
– Ha xalo, go:
– Ka were vir! Kete bin qapûtê wî da, go:
– Xalo evqa(s) çi kes in?
– Welle Hesena û Heydera ne
– Hatine çi? Go:
– Em evqa(s) xêlê te ne, em hatine em ê serê birayê te jêkin û ti bibine ji Xalid Axa re.
– Xalo ez qurbana te me ma çima hunê serê birayê min jê kin? Hima ez î wî hatime min bibine jê re û serê birayê min jê nekin.
– Wextê ti ba ez ê tenê hatibama, em hatine serê birayê te. Go:
– Xalo qurbana te me, ti hevalê me yî, ti hevalê wa yî? Go:
– Kî xurt bê ez hevalê wa me.
– Welle ew xurt in.
– Ne xwarzê sed bi yekî ye û yek bi sedî ye.
– Ne sed jî ba têra birayê min nebû, hezar û heft sed siwar e, qeweta birayê min jê re nîne. Go:
– Ê xwarzê ez di ser birayê te re nehatama ez ji mala xwe nedihatim, lê here bêje birayê xwe: ”Hê sietek ji sibê re mayî, pênc şeş telîs pişkulê deveha bera valekê wir, tenekek dido ê duhnê gazê berdê ser, agir berdiyê de, hawinê qahwê bikê destê xulama(n) da go sibê li ometê gewr kir pê li rikêbê Zerdikê bênê, bikeve nav Hesena Heydera di xewê da çendeka ji wana bikujê, heta bi xwe hisan an ê Xwedê dê diya me an ê dê diya wan.
Gewrê Xatûnê li ber serê Ni‘o rûnişt Go: ”Elleh wekîlê Xwedê ji vê şevê pê ve ez û birayê xwe nema hevdu dibînin, ez ê têr bi ser de girîm”. Gewre Xatûnê bi ser Ni‘o de girî, hêstirê çavê Gewrê ketine ser hinarkê ruyê Ni‘o, ji xewê hilçenî go:
– Ha xweha min Xwedê kêr kê? Zerdikê (di) ser qeyd û merbeta de miriye, an ciwaba Xalê min ji te re hatiye? Go:
– Zerdikê jî sax e û Xalê te jî sax e, lê rabe serê xwe rake ji xewê, Hesena(n), Heydera(n) di mêrgê de hilanî.
– Xalê min hatiye, nehatiye? Go:
– Bi Xwedê hatiye
– Hevalê me ye hevalê wa ye?
– Welle hevalê me ye
– Kesî ji min re negota min ê serê te jêkira, wextê xalê min hatiye û hevalê me ye. Tirsa min ji Xwedê heye û ji xalê min heye. Hemê Zerê li xalê min û Xalid Axa jî li min û Hesena(n) (û) Heydera(n) çav li Kalo bikin ji xwe dest nahilênin. Go:
– Keko te safî kirin. Go:
– Xwam (xwa min) safîkirî ne. Xalê min ti şîret li te nekirine? Go:
– Hal û meselê xalê te ev in. Go:
– Weyla min bi qurbano xalo, şîreta xal çi şîret e!
Ewî (Wî) gotibû ”sietek” hê di siet ji sibê re mayî, neh dehek telîs ji pişkulê deva dane hevdu, sê çar teneke dohnê gazê berdane ser û agir berdayê, rimiya êgir çol û çiya girt, hawinê qahwê kire destê xulaman de, tinge tinga hawinê qahwê. Kalo çû ba Xalid Axa go:
– Ha Xalid Axa? Go:
– Ha, go:
– Îro pênc hezar siwar jî di binê konê Ni‘o de ne mêvan ba, vê şeva ha ev mesrefa ha li mala xwe nedikir. Go:
– Bi Xwedê xebera te ye, ji berê paşê da dibê: ”go (ku) kalekî zemên bi te re nebê, pişta xwe bide dîwarekî zemanî wê şîreta li te bikê. Gelî Hesena(n), Heydera(n) razin, heta sibê taştiya pala yek ji we şiyarbê ez ê bavê we şewitênim.
Her kesik ji dahma xwe de ket weke mirîşka ti serî jê kî.
Gelî camêra(n) min dî carekê Ni‘o kekê Gewrê siwarê Zerdikêêê,
gelî camêra(n) hê nûka bi zeraqa rojê re lo çi kiriyaaa
ber bi tewla Zerdikê ve beziyaa lo lê kir zîn û berzînê Entabî yaaa
pêbalûlkê lo Tirkanî yaaa
serrim li qurrimêquliband, dest avête şûr û mertalê reşkanî/rojkanîyaaa
pê li rikêbê Zerdikê anî yaa
xwe berdabû tirada kurê bava bi xaranî yaaa
Dilê min dilkî lo dil di hêd a
kete nav Hesena(n), Heydera(n) lo di xewê da
dilê min dilkî lo dil nedî ya
çiqas bêjê mêrê neqawî di xewê de lo qulbandî ya
Ne hawar û ne gazî yaaa
çi derbek e lo bêbextî yaaa
kete nava Hesena(n) Heydera(n)
tovê bavê wa lo di xewê de tefandî ya
Heta taştê xweşbûyî yaaa
şad (û) şûdê Ni‘o kekê gewrê, siwarê Zerdikê gelekî hene
şêst siwarê neqawî ji Hesena(n) (û) Heydera(n) lo qulbandî ya
Dilê min dilkî lo dil di hê da
Hesena(n) û Heydera(n) bi xwe hisan lo di xewê da
go: ”Min kîrê Kalo kire dêêê û jinê we da
ji roja roj Kalo bi we re xayîn a
çi tep û bêbextî bi we re kirîna
erê dibê: Ni‘o kekê Gewrê siwarê Zerdikê dêrisa bavê me di xewê de lo tefandî ya
Hesena(n) (û) Heydera(n) bi xwe hisane lo di xewê da
Begêm hatin, lo begêm hatin, kur û bav ji wê da
hatin yeke yeka dido dido sisê sisê çar a çar a,
hatin nîvê tirada kurê camêra
Ni‘o kekê Gewrê siwarê Zerdikê di hêvara
Ti nekirî lo ti nekiiirîîî, darê rima lo (di) tange kiiirîîî
tilî û pêçiyalo li hev du kiiirîîî, malik li hev du lo xira kiiirîî
Pey hev da,ber hev da va(n) xweşmêra(n)
pêsîr li hevdu teng kirî
goştê milê hevdû bi dirana rakirîî
Begê min de han a şer şerê kurêêê bavan a
bêşîk a lo çi mêran a
çi kuştîne lo çi li meydan a
Aferim Ni‘o kekê Gewrê dayaxê komê giran a
destik şûr a yek mertal a
destkî tavêje ser darê darrimê, destê dîtirê tavêje ser qevda dezgînê
mêrê neqawî û du qermana, qesra bi rê û qoleman e
Begê min herx a lo begê min herx a
aferim Ni‘o kekê Gewrê siwarê Zerdikêêê, siwar û peya dane ber xwa
beriya me berîke wa bi hût a, kurê bava li ber hev bûna cot a
simbêl reş kir li ber qelûn a, (li ber kerx) a
Dilê min dilkî dil da niya
Ni‘o kekê Gewrê siwarê Zerdikê, zilamekî ji xwe bi hêvî ya
nava eskelo qewmandî ya
weke gurekî taliya sibatê bikevê, kozbira berxa rûnî ya
celebê siwara lo neqandîya
ne xweziya min bi rihê wî bê, ji mala xwe bikevê ber himbêza wî ya
şûra tavêjê kela serê wa, zarokê wa li malê dihêlê sêwî ya
were dalî laşê bêserî ya, xwîna laşa ser birîya
Erê meyzênin Ni‘o kekê Gewrê, siwarê Zerdikê şerekî zooor kir
meydan ji xwînê sooor kir
erê Kalo li ser kevirekî rûniştiya
destê xwe daye ber ruyê xwe, bavo dibêjê nuka li Ni‘o kekê Gewrê siwarê zerdikê ji xwe re meyzandiyaaa aaaa
erê min dî carekî de Gewre Xatûnê destê xwe kir nava dilkê porê da
erê go:
– Wa xaloooo, wah xalooooo ti çi tep û bêbextiya mezin bi min û birayê min re kiriyaaa
mi zaniba ti di ser birayê min re nayê sed kurê camêra xwe li kurê camêra girtiya
min ê êl û libana (banaya) giran ji we re bihişta, me yê xwe li kurê camêrekî bigirta
te çi tep û bêbextiya mezin bi min û birayê min re kiriya looooo ooauy
Erê go:
– Wa xwarzêêêêêêê, wa xwarzêêêê
ma heta dinyayê ez ê ji birayê te re sax bim, bera mêrekî qenc bê bikêrî xwe werê
Erê go:
– Xalo carekê, (di) taliya emrê insên de, carekê li însan diqewimê
ka ti vê neqlê bav û birayê min ji lepê Hesena(n) (û) Heydera(n) dernaxê
heta careke dîtirê Xwedê mezin a
wexta hinek şûrekî li birayê min xin, an rimekê lê xin, piştre ti timamê
Hesena(n) (û) Heydera(n) tev û Xalid Axa, Hemê Zerê timama bikujê
xwîna wa ji min re bênê we ’zê fir bikim, erê meyzêne eleqê min ji kuştina xelkê çi yaa
Kalo go: ”Elleh wekîlê Xwedê ev pîrek e aqilê wê ji yê min çêtir e, xebera wê ye”.
Carekê Kalo rabûbûser piya erê pê bi rikêba Qemerê, nuka bi lê aniya
xwe berdabû nava Hesena(n) (û) Heydera(n) lo di mêdiya
Dilê min dilkî lo dil de diya
nexwezîka min bi rihê wî bê bikeve ber himbêza Kalooo wa bi tirada kurê camêra
ji hevdu dike lo di çêlî yaaa
birazîne lo pekandiya, çi şerekî lo bê namî ya, xir mêrg e lo leyistiya
Begêm (begê min) herx a lo begêm herx a, siwar û peya loo dane ber xwa
Berriya mederîka wa bi hût a, kurê bava lo li ber hevdu da,sibe reş kir lo di ber devîda
Begêm nabê lo begêm nabê
kuştina Kalo heye lê havênê revê looo qet çênabê
dilêm (dilê min) dilkî lo (di) dil da diya
heçî şerê Kalo şerekî loo Ristemî ya, birazîn e lo pekandîya
kapikê hemdaniya dibê nuka bi zengoya lo tirsandiya
dibê, hemdaniya bi darê rima lo bell kiriya
tibetipa bera li nav lingê Hemdaniya, dişibine berkê lo çapilî ya
Erê (wa) di dilê min de tiqî/teqî, şûndevêmertala (di)biriqî
tîqe tîqe (dîqe dîqe) serê Kalo û Hemê Zerê li hev piliqî
Kalo dibakê dibê: Hemê Zerê lawo dilê min dilekî dil de tine
sozê mêra ji pola û ji hesin e, kerem ke (lawo) serê Soxinîyêez û tine
Hemê zerê dibakê dibê: Kalo dilê min di hir da
guhê min giranin ti kerem ke lo were vir da.
Her du xweşmêra(n) looo hev girtiyaaamirrîn, mirrîn, mirrînîya birazîn e û pekandiya
Herduya dane ber hevdu lok û misriya,ne hawar û na gazî ya, çi şerkî lo mêranî ya
Dilê min dilkî lo dil devok a, şer xweş kirine lo li ser kabok a
şerê va xweşmêra xweş e şerê betlan û lokaaa
Begê min dilê min dilekî dil de dîya, li dora hevdu lo çerxandîya
çi şerekî lo mêranî ya
Dilê min dilkî lo dil di hayêêê, mala kêfa lo vê dinyayêêê
erê Kalo dengê xwe li Qemerê kiriye, Qemerê bûye miqamê bayê
dilê min dilkî lo dil de dîya, li dora Hemê Zerê bûye lo çerxebîya
erê go: Hemê Zerê di dilê min de nabê, gotin û galgal ji hev xilas nabê
ti bibê teyr bifirê ber perê ezmana, xelasiya te ji lepê lo min çênabê
Erê sê şev û sê rojê wana qediya, Kalo gelekî qahirî ya
erê darê rimê ser serê Qemerê re hejandiya, li dora dibê, Hemê Zer bûye lo çerxebî ya.
Erê meyzêne darê rimê de dîsanê di Hemê Zerê werkiriya
ti tişt bi Hemê Zerê nekiriya, li neqeba herdu cohtê polê wî xistiya
de kiriye kêra rimê bihost û çar tila di depê singa wî re derketîyaaaa
wextê darê rimê girt û kişandîya, ti tişt bi Hemê Zerê nekiriya
dil û hinav û gurçikê wîna bi bizmarê rimê ve aniyaaaa
Gelî camêra(n) dilê min dilekî dil di hêd a
hew dî cendekê wî maqûlî weke gulokkî kire nav dest û piyê hespê da
Erê meyzêna dibê Hemê Zerê kuştiya li der bîstanê kire tamikê rovî yaaaa.
Dilê min dilkî lo dil di han a, aferîm Kalo deyaxê komê lê giran a
destek şûr e lo yek mertal a
kete nava Hesena(n) (û) Heydera(n) hêê li yek awî, diqulibênê yeka yeka lo çar a çar a
kê dê li weledê xwe nade lê berdana
Dilê min dilkî lo dil de bî ya, ne hawar û ne gazî ya
aferim Kalo zilamekî lo ji xwe bi hêvî ya
li navaaskelo[4]çerxebî ya, ne hawar û ne gazî ya, çi şerekî lo mêranî ya
begêm (begê min ) nabê lo begêm nabê, kuştin heye lo rev çênabê
serê şêrê ne hewî be[5]kete ber qalibê vê fermanê, mayîna wî serî nabê
Erê gelî camêra(n) min dî carekê Kalo li pêşiya Hesena (û) Heydera ziviriya
Erê go: kula min Hemê Zerê bû, min serê Hemê Zerê jêkiriya
lawo gelî Hesena(n) (û) Heydera(n)
ne hun (di )ser axayê xwe re werin ne ez (di)ser xwarziyê xwe re têm, herdu pismamê hev in kê kê kuştiya
ew bera mezinê me bê, erê eleqê me yî ji herdu pismama çi yaaa aa
Gelî camêra(n) geva Kalo ev gotin û xeberdana han gotiya
erê min dî Hesena(n) (û) Heydera(n) li mehnê[6] bûn ku go(tin):
Xebera Kalo ya, Hesena(n) (û) Heydera(n) li wir sekinîn û Kalo jî li rexê dî sekinî ya
De Xalid Axa û Ni‘o kekê Gewrê siwarê Zerdikê, erê tirada kurê camêra(n), kirine singa hev daaa
Dilê min dilkî lo dil di han a, gelî camêra lo were darî şerê lo va pismama
di hevdu kirine darê riman a, kî dibê berx kî dibê lê beran a
avareş lo bi salan a, avazendê bi zendikan a[7]
çemê Jito tim[8]moran a, hevdu kirine darê riman a
begêm nabê lo begêm nabê , kuştin heye w rev çênabê
serê şêrê nêhewiyê[9]kete ber qalibê vê fermanê, mayîna wî serî nabê
Li vê demê li vê dewranê, li ecêb ê lo li vê tofanê
va xweşmêra(n) lo hella danê
Dilê min dilkî lo dil di bî ya, ne hawar û ne gazî ya
va xweşmêra(n) lo hev girtiya, li dora hevdu çerxandîya
erê van pismama(n) lo çavê xwe li kuştina hev du gerandîya
Dibê Hemdaniya bi darê rima lo pell kiriya
bin çengê Hemdaniya bavo dibê, nûka erê bi zengoya lo tirsandiya
erê dibê, goştê milê hevdu bi dinana lo rakirîya
Begêm nabê lo begêm nabê
kuştina van herdu pismama(n) heya havêna eşk[10] û govanê ji ber hevdu lo qet çênabê
Begêm herx a lo begêm herx a, li dora hevdu kirine çerx a
erê beriya me berîke wa bi hût a, kurebava lo li ber hevdu da
simbêl reş kir lo di qevde dûda
Erê gelî camêra van herdu xweşmêra şerekî gelekî zor kir;
carekê dibê, Gewre Xatûnê kêfa wê
gelekî ji şerê birayê wê û pismamê wê re hatiya
rahîştiya pîkî ji vayê mumanî ya
derkete guhê mêrgê bi sê denga(n) ji wan re hat lo lîlanîya
erê dakete guhê mêrgê bi sê denga lî lî lî kir, nûka ji wan re lo lîlanîyaa
Erê meyzênê min dî carekî xebera herdu mitirba
hate bîra Xalid Axa go(t) Hêdî ez ê meyzênim bê ka Gewrê bi çi karî yaaa
wextê li Gewre Xatûnê quliptiya, çavê wîna li bejn û bala Gewre Xatûnê ketiya
weke kewê nîvê gulanê mêkew ji ber çavê wî winda bibê, çav li mêkewê bikê,
erê rast çavê wî li bejn û bala Gewre xatûnê mayîyaaa
li wî û dê û bavê wî heram bê havênê, şer û qewxê li bîra wî nehatiyaaa
jê were li welatê Hesena(n) (û) Heydera(n) erê li malê rûniştiya
ji xwe re ziq li bejn û bala Gewre Xatûnê meyizandiya
Erê dilê min dilekî dil di hayêêê
Ni‘o kekê Gewrê siwarê Zerdikê, ji pişt de hat û gihayê
şûrekî dibêjê nûka di Xalid Axa werkiriya, kir ku laşê wî li vir ma ser pekî bû rexê dî ya
hinêsa bavê Xalid Axa erê dibê ji darê dinyayê tefandiya
hey loooo, heeey lo, looo ax hey lo loooouy
Erê min dî carekê Kalo dibakê dibê:
Hesena(n) (û) Heydera(n) rabin bilivin bilezênin
êl û ‘irbana Ni‘o kekê Gewrê siwarê Zerdikê barkin, bibin Welatê Hesenan û Heyderan dênin
Gelî camêra(n) êl û ´irbana wî barkirin, berê wî dane Welatê Hesenan û Heyderan
hê nûka Ni‘o kekê Gewrê siwarê Zerdikê, bûwe (bûye) mezinê Hesenan û Heuderan
Mezinê sê eşîra dibêjê nûka di mezinatiya wa de rûniştiya
hersê pîrekê Xalid Axa bi qewl û Resûlê Xwedê li xwe mar kiriyaa
hê nûka Kalo sozekî ji Xwedê xwe re dayîya, de soza xwe biriye serî ya
herdu pîrekê Hemê Zerê tev û wê extiyariyê li xwe mar kiriyaaa
Erê dilê min dilekî dil de hûnêêêê
li gotinê li galgalêêê dîsanê dibêjinê: Li qerqeşûnê
De meyzêne sîng û berê Gewre Xatûnê, miqamê qalibekî hêkerûnêêê
kurekî Kalo hebû digotinê Elî, de şabû bi sing û ber û bedenê vê nazikê Gewre Xatûnêêêê
Erê şerê me xilas bûû, min divê sax bê serê hazir û di guhdêra(n) alê cim‘etê dîsanê bi gotinê
Wergirtina Ji ber şerîtê û amadekarî : Emîn Narozî
[1] Mixabin ku ev der baş nehat bihîstin.
[2] Min tiştek bihîstîye
[3] Ev der qenc nehat bihîstin
[4] Ev der baş nayê fahmê
[5] Ev gotin jî qenc nehat bihîstin
[6] Mehne: manî, bihane
[7] Baş nehat bihîstin
[8] Qenc nehat bihîstin
[9] Çê nehat seh kirin
[10] Rind nehat bihsîtin